Kultur

Komeleya Sînemakarên Kurdistanê hate ragihandin

Îro jimareyek ji sînemakarên herêma Kurdistanê di preskonferensekê de, Komeleya Sînemakarên Kurdistanê ragihand.

Îro li hotel Çarçira li Hewlêrê, sînemakar û endamê desteya damezrêner ya Komeleya Sînemakarên Kurdistanê Şiwan Etûf di preskonferensekê  de got:
– Piştî wergirtina moleta resmî ji aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê ve, em îro bi awayekî resmî Komeleya Sînemakarên Kurdistanê radigihînin.

Etûf da zanîn ku komele ji aliyê 15 sînemakaran ve hatiye damezrandin û ew li bendê ne ku jimara endamên komeleyê zêdetir be daku kongreya xwe saz bikin, lewra heta sazkirina kongreyê çend sînemakar dê bi erka birêvebirina demkî ya komeleyê rabin.

Navborî diyar kir ku, komeleya wan serbixwe ye û ne hukmî ye û armanca wan komkirina sînemakarên Kurdistanê û girîngîdan bi hunera sînema û warê fîlmsaziyê ye

Back to top button