Polîtîk

Yawer: Îranê axa Kurdistanê dagîrnekiriye

Cebar Yawer sekretêrê giştî yê wezareta pêşmerge ya hikumeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew îdîyayên efserên îranî ku qaşo piştî şerekê dijwar digel çekdarên PJAKê de hinek ji xaka Iraqê dagîr kir ye, red kirin.

Yawer  got ku hemu şer û pevçunên di nêvbera hêzên Iranê û çekdarên PJAKê  de di nêv xaka Iranê de çêbûne.

Cebar Ywer ew yek jî eşkere kir ku ji sedema topbarana berdewam a hêzên Iranê bo ser gundên ser sînor, welatîyaka kurd birîndar bûye.

Yawer di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekîd li ser wê yekê kir  ku Hewlêr û Bexda di wê bawerê de ne ku baştirîn rê ji bo çareserya pirisgirêkên sînorî digel Iran û Tirkiyeyê rêya dîyalogê ye.

Weke tê zanîn ev çend roje Îran bi berdewamî gundên ser sînor topbaran dike û gelek ziyanên malî gihandine xelkê wan gundan û hijmareke mezin jî koçbar bûne. Heta vê gavê jî hikûmeta Îraqê li hember topbarana Îranê bêdeng maye. Lê pitşî parlamenterên kurd zixt li ser hikûmeta bexdayê kirî, dê sibê roja çarşemiyê komîteyeke ji parlamenterên parlamentoya Îraqê ji bo lêkolînê serdana deverên ser sînor bikin.

Back to top button