Peter Galbraith: Divê Kurdistan jî wek welatên din bibe dewlet

Siyasetmedar û dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith ragihand ku avakirina dewleta Kurdistanê wê aramî û asayîşê bîne herêmê, Kurdistan û Iraq du cîranên baş in û ev yek wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn sûdmend be.
Di çarçoveya çaremîn Korbenda Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS 2023) de, yekem balyozê Amerîka li Xirwatya, siyasetmedar û dîplomat, Peter Galbraith daxuyaniyek da û axivî.
Galbraith got ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axavtina xwe ya di çarçoveya forûmê de piştgirî da gelê Filistînê û çareseriya du dewletan anî zimên.
Siyasetmedarê Amerîkî amaje bi wê yekê kir ku di referandumê de ji sedî 92.3 gelê Kurd dengê xwe dane serxwebûnê û got: “Ev rewş ji bo dewleta Kurdistanê û Filistînê jî bi heman awayî derbasdar e. Pirsgirêka wan wê bi avakirina dewletê çareser bibe. Ez piştrast im ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de çareseriya du dewletî heye. Bi avabûna van her du dewletan wê peywendî gelekî baştir û asayî bibin, ev jî ji bo ewlehî û aramiya herêmê wê gelek baş be”.
Siyasetmedarê Amerîkî diyar kir ku mafê Kurdistanê ye wek welatên din bibe xwedî dewlet û got: “Herêma Kurdistanê xwediyê hemû mafên gelê Filistînê ye. 22 welatên Ereban hene û Filistîn wê bibe welatê 23. yê Ereban. Lê heta niha Kurd nebûn xwedî dewlet. Eger em behsa edaletê bikin, gelê Kurd welatekî heq dike“.