Boris Johnson: Ezê piştgiriyê bidim tercîhên Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson diyar kir ku heger carek din bibe serokwezîr ewê piştgiriyê bide gavên ku Herêma Kurdistanê tercîh dike û got: “Divê di destûra Iraqê de mafên gelê Kurdistanê bên dîtin”.
Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson di forûma ku li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê hat lidarxistin de axivî.
Johnson, di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û daxwazên Kurdan de axivî û got: “Tiştê ku ez dikarim bêjim ev e, ev welat pirsgirêka xwe ya demokrasiyê heye. Lê bi taybet ji bo pêngava Kurdistanê ez dikarim du tiştan bibêjim: Berî her tiştî hûnê bibin xwediyê piştgiriya me, hûnê bibin xwediyê piştgiriya min, piştgiriya Îngilîztanê. Ya duyemîn jî di makzagona heyî de naskirina daxwazên rewa yên gelê kurd e. Pêwîste bi tevahî rêz lê bê girtin”.