Civak
Li Semsûrê mezelek 1900 salî hat dîtin

Kurdistan xezîneya kevneşopiyên dîrokî û maka şaristaniya cîhanê ye. Roj namîne ku kevneşopî û berhemên hezaran salan lê neyên dîtin.
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Semsûrê (Adiyamanê) di kolandina erdê de mezelek (odeyek) 1900 salî hat dîtin.
Ekîbên ku li Semsûrê erd dikolîn mezelek serdema Romayê ya ku tê texmînkirin 1900 salî ye dîtin.
Li gor nûçeyên çapemenîya Tirkiyê, ekîbên Midûriyeta Muzeyê li ser agahiya ku li bejahiyên navçeyê kolandinên qaçax tên kirin, dest bi lêkolînê kirin. Ekîban di dema xebatên xwe yên li bejahiya Gundê Tepeönüyê de mezelek ku ji dewra Romayê maye û tê texmînkirin ku temenê wê 1900 salî ye, dîtin.