Piştî ku hêzekî Pêşmergeyên Kurdistanê li navbera bajaroka Sadiye û Celewla rûbirûyê çekdarên Daîş bûn û li gor zanyariyên dawî 16 çekdarên Da’îş li vê şerê da hatin kuştin û heman çavkanî dibêje ku yek ji wan xelkê Afxanîstane. 

Êvariya doh li navbera bajaroka Celewla û Sadiye, çekdarên Daîَş êrîşê kirin ser wan hêzên Pêşmerge ku li cihê Lîwaya Çara Artêşa Iraqê li serbazgeha “Kobra” cîgîrbûn û heta sibehiya îro 11 demjimêr şer û pêkdadan berdewam bû û di destpêkê de wiha hatibû belav kirin şeş çekdar hatine kuştin û dû Pêşmerge jî şehîd bûn. Lê belê hêzên Pêşmerge ragihandiye ku li wê şerê da wan karîne 16 çekdar bikujin ku yek ji wan şofêrê Hamarekî hêzên artêşa Iraqe ku niha çekdare û ew şofêr xelkê welatê Afxanîstane.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: