Polîtîk

D.X.B. mezintirîn karwana yarmetiya mirovî gihand koçberên Mûsilê

Bi sedema berdewamiya şer û pêkdadanan û têkçûna rewşa emna bajarên Iraqê, bi taybetî li navçeyên sînoriyên li gel Herêma Kurdistanê, hejmarekî zêdeyê malbatan û penaberan xwe spartin Herêma Kurdistanê. Ji bo vê mebestê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rojane hevkarî û pêdiviyan li ser wan da dabeş dike. Heman demî de îro jî mezintirîn karwana hevkarî û yarmetiyan gihande zêdetirê 350 malbatên koçberên bajarê Musilê yên li wargeha Xazir.

Roja 17/06/2014 bi mebesta alîkarîkirina koçberên parêzgeha Mûsilê û gihandina komek û hawkariyan li wargeha Xazir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mezintirîn karwana yarmetiya mirovî gihand wargehê û hevkariyên pêwîst li ser 350 malbatên koçberên bajarê Mûsilê dabeş kir ku niha li Herêma Kurdistanê ne û li wargeha Xazir hatine nîştecîh kirin. Li helmetê da dest bi dabeşkirina van pêdiviyan kirin ku ji bo her malbatek (4 Betanî, Mehfur, Taximek kewanterê biçuk, panke(perwane), tebaxê çar çavî, 4 doşek, 4 balîf, kîsek tayt, setek av) û li gel dabînkirina 150 kêle(qalib) befir bi mebesta sarkirina ava vexwarinê tê bikaranîn. Ew hevkarî bûne cihê xweşhaliya penaberan û ji bo hevkarîkirina wan ya berdewam û dabînkirina pêdiviyan û pirkirina kelênên jiyana wan li nav wargehê da spasiyên bêpayan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin. Heman demî de li wargeha Şêxan ya li parêzgeha Dihokê hevkarî û yarmetiyê li ser 10 malbatên penaber da dabeşkirin ku niha li wê wargehê de hatine nîştecîhkirin.

Back to top button