Polîtîk

Beşikci di derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de çi got?

Nivîskarê navdar Dr Ismail Beşikci li civîneke xwe ya Diyarbekirê bersîva pirsa li vê pêvajoyê de pêkhatin û sazkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê da.

Beşikci got: Ji bo ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bê sazkirin, pêwîste ew kesên ku beşdarî Kongreya neteweyî dibin, li ser hinek xalan de hevbeş bin. Wekî mînak ala Kurdistanê xaleke gelek girînge. Îro ew ala ya ku li asîmanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye bilind kirin, li sala 1927 an de ji aliyê Xoybunê ve hatiye amadekirin û qebulkirin. Di sala 1930 an de li asîmana çiyayên Agiriyê jî heman ala hebû, li Mahabadê ev ala hatibû bilind kirin. Li Hewlêrê li mala Sînemxan ya wekî muzexaneyek jî heman ala kevin tê pêşandan. PKK, BDP, HDP dibêjin ev ala nûnertiya me nake. Başe li babeteke wiha girîng de, eger hevbeşî tûnebe ez bawerim ku pêwîst nake Kongreyeke neteweyî jî bê saz kirin.

Back to top button