CivakRojev

Pêşmergeyan sê welatiyên biyanî ji destê PKKê rizgar kirin

Hêzên Pêşmerge sê welatiyên biyanî ji destê çekdarên PKKê rizgar kirin û radestî konsulxaneya welatên wan hatin kirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, du welatiyên Amerîkayê yên bi navên Vincent Mark Alexsander û Jean Devol û welatiyekî Brîtanyayê yê bi navê Emre Edwards ji destê PKKê hatin rizgarkirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di tomareke vîdeoyê de axaftina her sê welatiyên biyanî yên rizgarkirî belav kir.

Li gor daxuyaniyê, ew sê welatiyan “ji aliyê PKKê ve hatine xapandin, da ku pêwendiyê bi rêzên YBŞê ve bikin li navçeya Şingalê bi mebesta şerkirina li dijî rêxistina DAIŞê”.

Herwiha hatiye diyarkirin: “Wan welatiyên biyanî di axaftina xwe de eşkere kirine, wan bi mebesta şerkirina li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêwendî bi YBŞê kirine, ne PKK e, lê belê dema rewşê dibînin û dilniya dibin ku tiştê wan aniye vê navçeyê, bi temamî berevajî wê yekê ye ku beriya niha ji wan re hatiye gotin û ew çekdarên PKKê ne û şerê wan li dijî hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê û artêşa Tirkiyê ye, ku hevpeymanên welatê wan in, dema ev rastî ji wan re eşkere dibe ku hatine xapandin, rêya çûnê li ber wan tê girtin û têne desteserkirin û nikarin vegerin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Piştî demeke dirêj û hewleke mezin, bi hêzên Pêşmerge re dikevin têkiliyê, piştre her sê welatiyên biyanî ji aliyê hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ve têne rizgarkirin û bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radestî konsulxaneyên welatê xwe têne kirin bi mebesta şadbûna bi malbatên xwe.”

Back to top button