CivakRojev

Iraq: Li Şingalê armanca me bidawîanîna grûpên neyasayî ye

Ji bo kontrolkirin û pakijkirina hêzên ne yasayî li devera Şingalê,artêşa Iraqê berê xwe da nehiya Sinûnê, dema ketina Sinûnê de navbera artêşa Iraqê û YBŞê de şer derket û ji bo vê yekê nêzikî 800 malbat ji nehiyê derketin û koçberbûn. Malbatên koçber berê xwe dan Zaxo û Dihokê.

Li ser vê mijarê, Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî di daxuyaniyek ragihand û got: “Hatina me bo Sinûnê li ser daxwaza xelkê navçeyê bû.”

Cebar El Taî diyar kir ku “hinek çekdarên ne girêdayî hêzên ewlehiyê” rêya sereke ya nahiyeyê girtibûn û rêgirî li xelkê dikirin ku hatûçûnê bikin, îro endazeya serbazî û artêşê karîn rêbendên ku hatibûn dirustkirin, rakin.

Herwiha eşkere kir, dema xebata rakirina rêbendan de teqe li hêzên artêşê hatiye kirin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne.

Back to top button