Îro berê sibehê terorîstên DAÎŞê li devera Dumiz êrîşê hêzên pêşmergeyan kirin. Şehid û birîndar hene. Di derbarê êrîşa teroristên DAÎŞê de Dijê Terora Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.
Di daxuyaniyê de Dije-Terora Kurdistanê ragihand: “Berbanga îro şemiyê çekdarên grûpa terorîstî ya DAIŞê li bilindahiyên nêzîkî gundê Pirkan li sînorê Mîhwera Pênc a hêzên Pêşmerge êrîşî sengerên Lîwaya 10 ya Hêzên Pêşmerge kirin.”
Herwiha hat eşkere kirin: “Hêzên Pêşmerger êrîşa terorîstî têk birin û niha rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.”
Hat zanîn ku, di êrîşê de 3 Pêşmerge şehîd bûne û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne. Herwiha di demeke kêm de Pêşmerge rewş kontrol kiriye û çekdarên DAIŞê neçar mane ku birevin.