Di dema êrîşa Daiş de hêzên çekdarîn Iraqê bê ku şer bikin xwe dan aliyekî. Piraniya cihên ku hêzên Iraqî lê bûn bi lêz xwe şûnve kişandin. Ji bo parastina xakê herêma Kurdistanê û herweha ji bo parastina xelkê Kurdistanê li deverê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi lez du cihên stratejîk vegirtin.
Hêzên pêşmerge deriyê tixûbê navbera Irak û Suriye de deriyê Tilkoçer(Rebîa) girtin di bin kontrola xwe.
Wek din cardin hêzên pêşmerge bendava Musul jî girtin. Ji Rabîa heta bighe Maxmur sinorên Kurdistanê di bin kontrola hêzên pêşmerge de ye.
Ji bo vê yekê jî hêzên çekdarên Kurdistanê amadebeşîyê de ne û heviya fermanê ne.
Ji aliyek din gelek xelkek mezin ji Musul reviyaye û berê xwe dane herêma Kurdistanê. Kurd bi hemû awayî arikariya wan dikin. Ji bajarên Kurdistanê xelk Av,xarin û ihtiyacên rojane ji wanre rêdikin.