Polîtîk

Li Kurdistanê nîv mîlyon penaber heye

Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo rewşa koçberên Mûsil sibê li gel rêxistinên navdewletî û ajansên navdewletî dicivin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve ablûqeya aborî li ser heye û bi tenê nikare li ruyê darayiyê ve hevkariya koçberên Mûsil bike.

Her wiha Zêbarî li hevpeyvîneke televizyonî de got: Hevkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha sînordare, ji ber ku ji aliyê Bexda ve ablûqeya aborî li ser heye, ji bo wê yekê em li benda hevkariyên aliyê navdewletiye. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê zêdetir nîv milyon koçberên navxweyî û penaber heye, ewên ku ji welatên Sûriye, Tirkiye û Îranê ve koçberî Herêma Kurdistanê bûne, koçberên navxweyî jî ewin ku ji Enbar û parêzgehên dinê Iraqê li salên derbasbûyî de hatine Herêma Kurdistanê. Ew rêjeya zêde û ew rewşa li Mûsil jî ru dawe wiha kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekarê li ruyê darayiyê ve wan hevkariyan bi berdewamî pêşkêş bike.

Back to top button