Polîtîk

Li Mûsilê 28 kurd ên ji bakurê Kurdistanê hatin revandin

Piştî çekdarên grûpa Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ)  dest bi ser bajarê Mûsilê, duemîn bajarê mezin li Îraqê ku, nifosa bajêr digehe 3 milyon kesan, de girtî, leşkerê Îraqê xwe paşde vekişand û rê jê çekdaran re xweş bû derdûra bajêr jî kontirol bikin û li ser rêya Mûsilê 28 şofêrên komyonan ku, kurd in  û ji bakurê Kurdistanê de revandin.

 

Li gor nûçeyeke Rûdawê, şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in ji bakurê Kurdistanê û xelkê Şirnex û Silopiyê ne, li nêzîk qeza Mexmûrê li wîlayeta Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.

 

Weke kut ê zanîn, çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 05.06.2014ê êrîşî bajêrê Mûsilê kirin û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin.

Back to top button