Polîtîk

Pêşmerge: Kerkûk bi nirxên erzan firotin

Fermandariya operasyonên Pêşmerge daxuyaniyek di derbarê şerên parastina xaka Kurdistanê yên Pirdê, Mehmûdiye, Sihêla û Mexmûrê de belav kir. Di daxûyaniyê de hate ragihandin ku, bi planek mezin a dijmin, pêşmerge hatin li himber hev.

Daxûyaniya Fermandariya Operasyinên Pêşmerge:


Gelê Berxwedêr û azadîxwazên Kurdistanê
Malbatên şehîdên serbilind
Pêşmergeyên qehremanên netew û niştimana me;

Di rojeke wek îro de 20.10.2017ê gelê Kurdistanê destaneke pir mezin a qehremaniyê, li hember êrîş û planên neyarên navxwe û derve pêkanî. Ew plan bi xiyaneta mezin a 16ê cotmehê ve destpê kir, ku pişt Pêşmerge berdan û Kerkûk a dilê Kurdistanê bi nirxeke erzan firotin.

Wê xiyanetê wisa kir ku neyarên gelê me, herêma Kurdistanê wek pariyeke asan bizanin û xwestin dagir bikin. Ji ber wê berê xwe dan Hewlêr a paytext, lê bi berxwedaneke tejî qehremanî ve li Pirdê Pêşmerge erîşa neyar û dagirkeran têkşikand û armanca wan xist gorê.

Bi heman awayî li Sihêla jî Berxwedan û merdayetî û li Mexmûr û eniyê rojhilatê Dîcleyê Pêşmerge pişta xwe da xwedê û berxwedan û niştimanperweriya gel, plana neyaran a ji bo têkbirina herêma Kurdistanê têkşikand û Kurdistan serbilindî ma.

Azadîxwaz û niştimanperwerên Kurdistanê!
20ê cotmehê 2017ê werçexaneke mezin bû di xebata gelê me de û ji wê rojê ve dîrokek tejî bi serbilindî hate tomar kirin. Fermandariya operasyonên wê roja dîrokî wek rojek geş a Pêşmerge û Kurdistanê dizane û bîranîna wê jî bilind dinirxîne.

Ew serkeftina Pêşmerge ji bo hemû aliyekê îspat kir ku gelê Kurdistanê xwedî dozekî rewa ye û amadeye heta dawiya dilopa xwîna xwe berevaniyê ax û kerameta niştiman bike. Ew serkeftina mezin bi xwîna zelal a bi dehan şehîdan ve hatiye tomar kirin.

Hezar silav ji bo giyana paqij a şehîdên kurd û Kurdistanê û spas û pêzanîn bo wan Pêşmerge û fermandarên qehremanên ku xwedî rol bûn di tomar kirina wê serkeftina mezin de, ku heta hetayî di bîranînên gelê me de dê bimîne û dê bilind bên bibîranîn.

Her bilind be Al a Kurdistanê.

20.10.2018
Fermandariya odeya operasyonên Pêşmergeyên Kurdistanê

Back to top button