Berxwedana Pirdê
Berxwedana Pirdê nîşana îrdaeya xwedî lêderketina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê bû
Piştî di 16yê cotmeha 2017an de Kerkûk careke din hate dagir kirin, di roja 20ê cotmehê de Heşdî Şahbî êrîş bir ser Pirdê û xwest here Hewlêrê dagir bike, xwest dawî li Sîstema Fderealî bîne. Lê fermandar û pêşmergeyên qehreman bi berxwedaneke bir rûmet, ev êrîş şikand. Berxwedana Pirdê, xwedî lê derketina destkeftîên federe yên li Başûrê Kurdistanê bû, xedî lê derketina pêşroja gelê Kurdistanê û îradeya referandûma serxwebûnê bû.
Berxwedana Pirdê hemû plan û startejîyên xêrnexwazên Kurdistanê têk birine.
Piştî Berxwedana Pirdê, du kilîdên mezin ketiye destê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.
Kiliîda yekemin ji %93yê ‘’belê’’ ya refernadûma serxwebûnê ye.
Kilîda duyemîn jî ew e ku , êdî ji dewletên cîhanê re ji xeynî parastina destûra federalî ya Iraqê û ji xeynî parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê yên federalî tu rêyeke din nemaye. Dewletên cîhanê bêyî şik divê bibin garantorê vê destûra federalî. Ev jî kilîdeke xurt dixe destê gelê me yê Başûrê Kurdistanê.
Di yekemîn salvegera Berxwedana Pirdê de , em hemû fermandar û pêşmergeyên qehreman yên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê , yên k udi wê berxwedanê de cîh girtine careke din pîroz dikin. Şehîdên xwe jî em bi giramî bibîr tînin.
Em di yekemîn salvegera Berxwedana Pirdê de, bangî hemû partîyên Başûrê Kurdistanê dikin da ku li ser bingehê hişmendîyeke netewî û niştimanî, li destkeftîyên federalî yên Herêma Kurdistanê û li îradeya referandûma serxwebûnê xwedî derkevin.
20.10.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê