Kultur

Malperek nû di medya Kurdî de dest weşana xwe dike

Malperek nû bi navê Bergeh.com, dikeve jiyana weşanî de. Ev malper bi tenê zimanê Kurdiye û tipên aramî/erebî weşana xwe dike.

Malpera Bergeh bi daxûyaniyekê weşana xwe û armenca naveroka malperê ji Raya Giştî ya Kurdistanê rê dide xûyakirin. Dixweyê ev malper dê nefesek nû û balkêş di medya Kurdistana Başûr de bide xûyakirin.

Em wek karmendên Rojevakurd serkeftinê ji bo malpera Bergeh dixwazin û hêviya serkeftina malperê dikin.

Daxûyanî:


Ji raya giştî û medya kurdî re

Redaksyona malpera bergeh.com raya giştî û medya kurdî agadar dike ku malperek nû bi navê bergeh.com li baxçeyê malperên kurdî zêde kir.

Bergeh.com bi kirmancî û tîpên aramî/erebî weşana xwe dike.

Heta ji me bê em dê malpera xwe ji bona berjewendiyên gelê Kurdistanê û parastina xeta neteweyî û serxwebûna Kurdistanê bi kar bînin.

Malpera me dê cih bide hemû nûçe, nûçe/analîz û nivîsên di berjewendiya gelê kurd de û bihêzkirin û xurtkirina xeta neteweyî, serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê de bin.

Me hest pê kir ku di vî warî de li devera Badînan valahiyek heye û me xwest bi destpêkirina weşana Bergeh.com heta radeyekê wê valahiyê pir bikin. Raste çend malperên bi kirmancî tîpên aramî/erebî li Badînan hene, lê ew malper yan fermî/resmî girêdayî rêxistin û aliyên siyasî ne û hizbatiyeke berteng weşana xwe dikin yan jî gelek bi devoka lokalî weşanê dikin û nikarin tîna xelkê Badînan bişkînin.

Em hêvîdarîn em bikarin bi weşna bergeh.com xizmeta doza rewaya gelê xwe bikin û xizmeta zimanê kurdî/kirmancî bikin.

Em daxwazê ji rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, hunermend û hemû texên din yên civakê bi taybetî li devera Badînan, li malpera xwe malpera bergeh.com xwedî derkevin û bi berhemên xwe (aborî, siyasî, hunerî, video, dîrok û yên din) malperê zengîn, bixemil û rewştir bikin.

Redaksiyona Bergehê

www.bergeh.com

Back to top button