Çekdarên PKKê tevlî Heşda Şeibî dibin
Ajansa nûçeyan a Sputnik a Rûsî di nûçeyek ya xwe de dide xûyakirin ku, gelek ji çekdarên PKKê dev ji PKKê berdidin û dikevin di nava çekdarên Heşda Şeibî de.
Li gora nûçeyê tê gotin ku, li Herêma Kurdistanê li devera Şingalê hêjmarek zêde çekdarên PKKê yên êzidî tevlî hêza Heşda Şeibî ya bi navê Elnusrel Mubin dibin. Piraniya van çekdaran jî jinin.
Fermandarê hêza Elnusrel Mubîn Seîd Hisên ji Sputnîk re ragihandiye ku, ku tenê li wan heyamên dawîn 100 endamên PKKê ku bi ser ‘Hêzên Berxwedana Şingalê’ ve ne û piraniya wan endamên jin in, derbasî nav wê hêza Heşda Şeibî bûne. Hêza Elnusrel Mubîn, piranî ji endamên PKKê yên ezidî pêktê û heta niha 330 endamên PKKê li xwe girtine.
Hukumeta Iraqê du rê dane pêşiya çekdarên PKKê yên Şingalê, yan dê tevlî Artêşa Iraqê bibin yan jî dê tevlî Heşda Şeibê bibin. Çekdarên PKKê xwestina tevlî Heşda Şeibî bibin.
Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê ya baskekî YNKê li Kerkûkê ku beşeke mezin a Kurdistanê di encama wê xiyanetê de hat dagirkirin, endamên PKKê yên li Şingalê jî ligel Heşda Şeibî tevgeriyan û ligel wan li devera Şingalê bicih bûn.