Polîtîk

Pêşmerge bi xwîna xwe Kurdistan û mesihî parastin

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi minasebeta hatina sala nû peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.  Serokê Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:Spasî gelê Kurdistanê dikim ku li vê şerê dijwar de piştevanê hêzê Pêşmerge bûn û her wiha bi pêwîst jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê Pêşmerge bûn. Peyama Serokê Kurdistanê: Bi navê xwedayê mezin û dilovanHevniştimaniyên delalBi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvdarim sala 2017 bibê sala nemana şer û teror û pêkhatina aştî û xweşguzeraniyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê.Sala 2016 bi sedema rewşa xerap ya aborî li encama berdewambûna birîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê û daketina nirxê neft û xerciyên şerê berengarbûna terorê û mîhvandariya sedan hezar koçber û penaber, bargiraniyekî pêkanî ku bûye sedema dijwariya debara gelê me, lê belê we hevniştimaniyên Kurdistanê, xweragiriyekî kêmwêne pîşan da û bûne pişt û pena ji bo Pêşmergeyên qehreman heta mezintirîn destana têkşikandina terorîstan tomar bikin. Li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyên bê payan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwesta berpirsaneya wan. Kurdistan xwedî gelekî bihêz û zîndiye û dikarê bi baştirîn awayî sûd ji samanên xwe werbigrê. Ji bo wê yekê piştrastim ev rewşa nexwestiya niha jî derbas dike û paşarojeke gelek geş çaverêya wê dike.Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û oliyên xwe ve qurbanî û xwîneke zêde bexşî û bi navê parastina bihayên mirovayetiyê û jiyana medenî li cîhanê da li beramber mezintirîn gefa serdem da cangoriyeke kêmwêne nîşanda û niha xweşbextane dikarîn bibêjîn nêzîkî tevahiya axa Kurdistanê hatiye azad kirin. Sala 2016 ji bilî li destana têkşikandina Da’îş û azadkirina axa pîroza Kurdistanê, li rûyê dîplomasî û geşbûna navê Kurdistanê li navendên navdewletî da, salekî pir destkeftê siyasî bû, ji bo Kurdistanê û bi dehan kesayetî û şandên bilindê dewletan serdana Kurdistanê kirin û rêz û pêzanînên xwe ji bo azayetiya Pêşmerge û bihayên bilindên gelê me pîşan dan.Xuşk û birayên xweşdivîBi navê çareserkirina wan giriftên li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê da hatine pêş, roja 20.11.2016 li peyamek da ji bo raya giştî, min helwesta xwe ragihand û min daxwaz ji partiyan kir ku bikevin nava guftûgoyan û bigihin rêkkeftinê. Piştî wê peyamê çend hevdîtinek li navbera partiyan birêve çûye, ez niha li benda encama hevdîtina partiya me û hêvîdarim bigihin çareseriyeke guncaw, ji ber ku êdî nabê ev rewş bi vî awayî bimîne. Navçe li guhertinên berdewam daye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demeke zêdetir daxwaza yekrêziyê li me dike. Ji bo rewşa navxweyî jî li ser me hemûyan pêwîste, hewla başkirina jiyana xelkê Kurdistanê bidîn û sûd ji derfetên niha werbigrîn.Li vir da bi pêwîstî dizanim serê rêzê li ber bîranîn û ruhê pakê şehîdên Pêşmerge biçemînim û xweragiriya birîndaran bilind dinirxînim û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim.Spasî gelê Kurdistanê dikim ku li vê şerê dijwar de piştevanê hêzê Pêşmerge bûn û her wiha bi pêwîst jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê Pêşmerge bûn.Hêvîdarim sala 2017 kêşe û qeyran bi dawî bên û aştî û aramî xwe li ser navçeya me da bikêşê û dawî bi hizra şerxwaziya teror û tundrewî û înkarê bê û şadî û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêkbê.Mesûd Barzanî31.12.2016

Back to top button