Polîtîk

Bila sala 2017ê li Başûr bibe sala serxwebûnê

 Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş bi minasebeta hatina sala nû daxûyaniyek belav kir û di daxûyaniya xwe dibêje:Hêvîya ya herî mezin ewe ko;  di vê salê de bi kemasî li Başûrê Kurdistanê bi himmeta xwedê û bi hebûna Serok Mesûd BARZANÎ bi mêrxasî û cangoriya PÊŞMERGE’yê Kurdistanê dê dewleta Kurd a serbixwe  bi teybetî li Başûrê Kurdistanêava bibe. Daxûyaniya serokê PDK-T: SERSALA (2017) PÎROZ BE!..Me sala 2016 li pişt xwe hişt, em ketin sala nû a 2017ê, lê ez nizanim gelo ji sala nû re kêfxweş bim an jî xemgîn bim?Bi rastî ev biryareke zahmete. Ev biryar  erê bê, yan jî Ne erê be, ew her dê biryarek bi goman be, ji ber ko sala derbasbûyî ya 2016ê de, di Rojhilata navîn de, bi teybetî  li ser  Erdnîgariya Kurdistanê DAÎŞ. HEŞDÎ ŞEİBÎ, EREB, ÎRAN,ÛRÛS, DYA, SURÎ, TIRK ,PYD,PKK ûvd: Hemîyan  bi Artêş û, Hêz û Çekên xwe ve şerekî hovana dikin.Di van şeran de merivên Kurd hatin gûrandin, hatin sotin,bajar biser malbatan de hatin herifandin.,Zarok  bêkes sêwî man.Li Bakûrê Kurdistanê jî, PKK xortên ko temenê wan 12-14-18 salî bûn, wan biçek kirin û xistin nava bajaran,di çalakiya xendekan de(!) hemî dana kuştin. Sur, Şırnex, Sîlopî, Cizîra Bota, Nisêbîn, Gewer  û bi tevlî gelek ciyên din jî  wêran kirin.Ev Bajarên Kurda hemî xistin kavil 7.000 hezar xort di çalakiyên xendekan de dana kuştin, bi 100 Hazaran gelê netewa Kurd koçber bû, ev sal; bi rastî saleke reş û tarî û dijwar bû, bi kûştin,qirkirin û mal wêranî derbas bû. Ev rûdanan hemî bûyarên xemgîn bun. ne erênî bûn.Ji Xweda yê dilovan re em  dua dikin ko sala nû bi aramî, azadî derbas bibê. Sala 2017 her çendî ji temenê me yek sal dixwê û mirinê yek salê nêzîkî me dike jî, dîsa em jê bi hêvîne. Hêvîya ya herî mezin ewe ko;  di vê salê de bi kemasî li Başûrê Kurdistanê bi himmeta xwedê û bi hebûna Serok Mesûd BARZANÎ bi mêrxasî û cangoriya PÊŞMERGE’yê Kurdistanê dê dewleta Kurd a serbixwe  bi teybetî li Başûrê Kurdistanêava bibe.Dîsa me hêvî ji xwedêyê mezin û dilovan heye, ko di dinya yê de dost û piştgirê netewa kurd zêdetir û bihêztirîn bibin, li gel dewleta Kurdistanê bi biryarêke erênî  nêzîk û arîkar bin.Sala nû li hemî netewaya,kes û olan, û Alêma Xiristiyan, bi teybetî li Kurdistaniyan pîrozbê. Ev sal ji merivantiyê re, aramî, serkevtinê û xweşbînî yê  nesîp  bike.  31.12.2016 Mehmet Emîn KARDAŞSerokê Giştî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T)   

Back to top button