Kultur

Pervin Çakar: Welatê min zimanê min e

Hunermenda Kurd Soprano Pervin Çakar hevpeyvîneke taybet li gel Gazete Duvar encam daye û têda behsa huner û ezmûna xwe dike û dibêje: Helbestvanek gotibû, Herkes dişibe welatê xwe. piştî ku min wî xwend, min zanî ku ez kî me. Ez wekî wî me. Perçebûyî, qedexebûyî, zimanê wî hatiyî birîn lê bi rûmet û serbilind. Bi salan min stranên cûr bi cûr û bi zimanên cûda cûda strand. lê zimanê xwe… Niha hemû rêwîtiya min ber bi wire, welatê xwe, dayika xwe û ber bi stranên zaroktî û dayika xwe ve dimeşim.

Her wiha hevpeyvîna xwe de Pervinxan dibêje: Ez ewqas li gelek deveran mam ku dibe ku min xwenasîn û naskirina xwe bi xwe ji bîr kir. Kurdistan tu demekê ji bîra min naçe. Cihê mirovek li rastiyê de li kuderêye? Li malekî? yan li kolaneke bajarekê? Welatê min zimanê mine. Mala hebûna min zimanê mine û ez şeytanok an ku qepûşkim ku mala min li ser pişta mine û dixwazim vegerim welatê xwe.

https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2020/04/14/soprano-pervin-cakar-benim-ulkem-dilim/?fbclid=IwAR1rsPbZ5IdvRivjGqsmeEZ9DCb2-6Gw7PbGnMoF8C5O3QmtNGSed_bynrY

Back to top button