Polîtîk

Şivanek dû terorîstên Da’îşê kuşt

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin êvariya 13ê nîsanê çend çekdarekî rêxistina terorîstiya Da’îş li navçeya Menayfî Cezîre ya li Başûrê Beac ya li parêzgeha Nînowa, daxwazê ji şivanek kirine ku çend ser pezek bi navê zekata şerî bide wan. Şivan vê yekê qebûl nekiriye û teqînê li wan kiriye dû terorîstên Da’îş kuştiye. Li vê pevçûn û rûbirûbûnê da şivan jî birîndar bûye û veguhestine nexweşxaneya bajarê Mûsilê.

Back to top button