Amerika piştgiriya xwe ya pêşketina Kurdistanê dûpat dike

Konsolxaneya Amerika li Hewlêrê li peyamekê de dide zanîn ku Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka tekez li ser pabendbuna xwe ya ji bo piştgîrîkirina xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo paşerojeka parastî û demokrat û pêşketî dike.

Peyama Konsolxaneya Amerikayê de hatiye nivîsîn: Îro bîranîna pêla enfalêye ya ku dijî xelkê Kurd hatiye encamdan. Em bi diltengiyeka zêde bîranîna qurbaniyên rejîma Sedam dikin ku bi hezaran Kurdên bê guneh kuştin û derbeder kirin. Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka tekez li ser pabendbuna xwe dike ji bu piştgîrîkirina xelkê Herêma Kurdistanê ya ji bo paşerojeka parastî û demokrat û pêşketî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: