Polîtîk
Pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan bilez dikin
Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser pilana çaksaziyê û pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan dikin.
Wezareta Pêşmerge daxûyaniyekî de dibêje: “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Rap Brandstetter û şanda pê re li Wezareta Pêşmerge civiyan.”
Armanca serekî ya wê civînê girêdayî bicihanîna bername û pilana çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina tevaya hêzan bû.
Herweha danûstandin li ser rewşa niha ya hêzên Pêşmergeyan û pêşxistina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan hatin kirin.