Polîtîk

Parlementerê ji iyi Partiyê îstifa dike tevlî AK Partiyê dibe

Hate zanîn ku dê sibê di pîrozbahiya salvegera AKP’ê de hin navên nû tevlî partiyê bibin.

Yek ji van navan jî Seyithan Îzsiz e ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji İYİ Partiyê wek parlementerê Stenbolê hatibû hilbijartin.

Îzsiz ji rojnameya Haberturkê re axivî û got, “Ez dîsa vedigerim mala xwe. Ji xwe ez endamê AK Partiyê bûm. Ji sala 2003’an û vir ve di hemû astê de dixebitim. Herî dawî min wek endamê meclîsa şaredariyê ya IBB’ê AK Partî bi cih hişt. Di hilbijartina dawî de. Bi israra Seroka damezrîner a İYİ Partiyê Meral Akşener, piştre ez ji lîsteyên İYİ Partiyê ketim Meclisê.”

Îzsiz, anî ziman ku İYİ Partî nikare di navendê de cih bigire û got, “Bêguman armanca me ew bû ku İYİ Partî di navendê de cih bigire. Lê bi demê re em gihîştin vê encamê ku ev Piştî îstifa min ji mala me vexwendname hat kirin, ji niha û pê ve em ê di nava malbata xwe de rêwîtiya xwe ya ji bo xizmeta welat bidomînin.”

Seyithan Îzsiz kurde ji Wanê ye û demek dirêje li Stanbulê dijî û karsazek mezin e.

Back to top button