Ji Amerikayê bi bihayê 20 milyar dolar çek ji bo Îsrail..!
DYA firotina çekan bi nirxê 20 milyar dolarî ji bo Îsraîlê repejirand.
Ajansa Ewlehî û Hevkariyê ya Parastinê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê firotina bi milyaran dolar çekên nû ji Îsraîlê ra pejirand.
Di nav 5 pakêtên pejirandî de balafirên şer, fûze, cebilxaneyên tank û topan û wesayîtên taktîkî hebûn.
50 balafirên şer ên F-15IA û 25 balafirên şer ên F-15I û cebilxaneyên girêdayî wan, bi nirxê giştî 18,9 milyar dolar, para herî mezin a tevahî firotinê pêk tîne.
Herwiha di pakêtên din de 30 sîstemên mûşekên asmanî yên menzîla navîn (AMRAAM) û zêdetirî 32 hezar guleyên tank û alavên din ên pêwendîdar jî di pakêtên din de cih girtin.
Her wiha firotina kelûpelên têkildarî zêdetirî 50 hezar guleyên topê jî di pakêteke cuda de hate pejirandin.
Pakêta ku nirxa wê ya giştî 20,3 milyar dolar e, di demekê de ku pêvajoya agirbesta li Xezeyê nediyar ma û rageşiya li herêmê zêde bû, hat qebûlkirin.
Tê çaverêkirin ku ji bo pêşîgirtina li firotina çekan gavek ji Kongresa Amerîkayê bê.