Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Holandayê kir
Serok Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Şahnişîna Holenda li Herêma Kurdistanê Jako Birinds kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya rol û berpirsyariya Konsulê Giştî yê Holendayê li Herêma Kurdistanê kir û hewlên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de xwest.
Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Holendayê kêfxweşiya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî jî kir ji bo hevkarî û piştevaniya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û dupat kir ku welatê xwe dixwaze hevkarî û peywendiyên li gel Kurdistanê pêş bixe.
Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû û Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku proseya dengdanê û hilbijartin bi awayekî serkeftî birêve biçe. Konsulê Giştî yê Holendayê destxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên ji bo encamdana serkeftî ya hilbijartinan kir.