Polîtîk

Penaberên Îran û tirkiye ji Bexda daxwaza mafên xwe dikin ‌

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 11 hezar penaberên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê û 12,500 penaberên tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi fermî navê wan hatiye tomar kirin, ew penaber li çendîn wargehên Kurdistanê de hatine nîştecîh kirin. Wekî ku ew bi xwe jî behs dikin ji hemû mafeke penaberiyê ku li carnameya cîhanî ya mafê mirovan da heye, hatine bêbeşkirin.

Ehmed Sadiq pur, nasrawe bi Sofî Ehmed temenê wî 66 sale û nîvê temenê xwe wekî penaber bi ser biriye û ew xelkê bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê ye û eve 30 sale li Başurê Kurdistanê penabere û dibêje: “Erkê Hikumeta Iraqê ye agahdarê penaberan be, lê belê em bi nav penaberîn û ji gelek mafên penaberiyê hatîne bêbeş kirin”.

Li Herêma Kurdistanê 10 hezar 812 penaberên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê û 12.500 penaberên tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve hatine tomar kirin û zêdetirê 10 wargehên parêzgehên Kurdistanê û derveyê wargehan de hatine dabeşkirin. Ev penaber navê wan wekî penaber hatine tomar kirin lê belê hinek ji wan 25 sale penaberin, lê belê heta niha jî mafên wan yên penaberiyê bi wan nehatiye dayîn.

Back to top button