Cîhan

Trump dadwerê dosyeya Halk Bank dûr xist

Dawakarê Giştî yê Amerîka ragihand, Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dadwerek ji postê wî dûr xistiye ku ew dadwer berpirsê dosye ya Halk Bank bû.

William Barr Dawakarê Giştî yê Amerîka bi medyayan ragihand, roja şemiyê daxwaz li Donald Trump Serokê Amerîkayê kiriye, Geoffrey Berman dadwerê Manhattan li Newyorkê ji karê wî dûr bixe û Donald Trump jî bi axaftina wî kiriye. Eve jî piştî wê yekê hat ku Berman dest ji kar kêşanê red kiriye.

Dûr xistina Geoffrey Berman peywendî bi çend nakokiyek hebû li navbera Geoffrey Berman û William Barr heman demê de dadwer Geoffrey berê lêkolînê li çend dosyeyeke peywendî bi Donald Trump ve hebû kiriye, li nav wan da Michael Cohen parêzerê Donald Trump ku li ser derew kirina li gel kongres hatibû destgîrkirin.

Her wiha ew dadwer berpirsê dosyeya Halk Banka tirkî bû. Li adara 2017 Mihemmed Hakan Atîla Cîgirê Serokê Bicîhkarê Bankê ji aliyê Amerîka ve bi tometa binpêkirina sizayên Amerîka li ser Îranê hate destgîrkirin û paşê li ser vê pirsê û çend binpêkirineke din bi zîndanîkirina 30 salan sizada. tirkiye hewleke zêde ji bo azadkirina Atîla da û xwestiye li gel Andrew Brunson ku qeşeyeke Amerîkî bû li tirkiye hatibû destgîrkirin bîgûherê yan herî kêm sizaya li ser Atîla sivik bike.

Back to top button