Penaberên Erdogan vedigerin Stenbolê

Piştî ku tirkiye bi hezaran penaberan şand li ser sînorên Ewrupa, lê ji ber tûndgirtina sînoran heta niha penaber nekarîne xwe bigihînin Ewrupa.

Ji aliyeke din ve Yunanîstan daye zanîn ku ewan rêgiriyê li 4 hezar penaberan kirine û nehiştine derbasî sînorên welatê wan bibin.

Her çende bi awayeke rêkxistî û bi hemû îmkaniyetên dewleta tirkiye ve, bernameya şandina penaberan hatibû rêkxistin û artêşeke rojnamevan li ser sînoran hate komkirin û propagandaya wê hate kirin, lê dîsa jî serkeftî nebû.

Her wiha penaberên ku li ser daxwaza Erdogan xwe gihandin ser sînorên Yunanîstanê bê hêvî man û dîsa vedigerin Stenbolê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: