Hevpeyvîn

Barzaniyê Nemir hez ji berpirsên çawa dikir?

Mam Sîso Dolemerî yek ji hevalên Barzaniyê Nemir li hevpeyvîneke taybet da bi mînakan ve bersîva vê pirsê dide û wiha dibêje: Barzaniyê Nemir, hez ji pile û paye nedikir, wî pê nexweş bû bi navê mezinbûnê (gewre) bang li wî bê kirin ku rojnamevaneke biyanî bi “General Barzanî” bi nav dikir, pê nexweş dibû, kerem dikir “Ez ne Generalim, ez bi tenê Pêşmergeme, ez Kurdim û ne tişteke din, ez xizmetkarê mîlletê Kurdistanê me”.

Her wiha Mam Sîso Dolemêrî dibêje: Barzaniyê Nemir tu demekî xwe ji Pêşmerge cûda nedikir, cilubergên wî wekî me Pêşmergeyan bû, her çi hebûya me pêkve dixwar. Barzaniyê Nemir li her cîhekê bûya zulm û zordarî nedihişt û rêberekî edaletxwaz bû”.

Barzaniyê Nemir kerem dike “Eger lêpirsîn li ser kesek hate kirin nabê aciz bibê, eger dadgeh bangî wî kir nabê bibêje ez naçim, divê rast û dirust bin û bi paqijî kar bikin”.

Barzaniyê Nemir dibêje: Eger berpirsek xizmeta hejar û lêqewimiyan bikira hez ji wî berpirsî dikir û kerem dike dibêje: “Divê berpirs û ew kes bin ku ewên xizmeta Kurdistanê dikin, bi edalet reftarê dikin û xwe bi xizmetkarê mîllet dizanin, cihê xwe ji bo pêkanîna karên xelkê bikarbînin”.

Her wiha digot: “Eger berpirsek ji cihek ve ji bo ciheke din bê veguhestin, nabê wiha bizanê ji ber eweye pişt pê nayê bestin û bawerî lê nayê kirin, ji ber berjewendiya şoreşê wiha dixwaze”.

Back to top button