Pêdivî bi partiyek Kurdistanî heye
Di sala 1071-ê de, zarûyên Oxuza ji birçîna û ji ber rebeniya xwe bi dinyayê ketin mahcir bûn divê mehciriyêde di Malazgirt’ê re ketin Kurdistanê. Kurda pêşwazî li wan kir, qaşo birayên misilman bun. Ew di rêya walatê Kurdan re ber bi Anatoli yê ve çûn li der û dorê Soğûtê çadirên peneberî vekirin, dûvre bi kerhêtî û bi barbartî dest bi talana û xirabiyê kirin, şerê birin sergelan welatê xalkê weran dikirin êrîş birne ser Kurda, welatê Kurdan dagir kirin.
Di heyama Siltan Selîm, di şarê bi Şêx Îsmaîl (Osmaniya û sefewîya) re miletê Kurd biser hevûdu de dibirin û tanîn, heryekî ji wan ji kemşa xwede Kurd qir dikirin. Kurd carna li gel sefawiyan carinan jî li gel osmaniyan ji bê mecalî cî digirtin lê her car yên ko bi piranî dihatin wêrankirin her Kurd bun. Sefawiya gelek zor didan Osmaniyan.
Osmanî sunî bun û sefawî şîî bun Selîm bi konevanî sunî tî û şîî tî anî holê, hawar bire Kurda, Kurd jî Sunî bun. Fîlozofê pir jêhatî, di aste dewletê de xwedî zanineke mezin û hêja Îdrîsê Bedlîsî ko bi eslê xwe kurde, liser banga Siltan Selîm, Îdrîs bangî hemî mîr û beglerên Kurda û serok eşîran kir, bi hevre peymanek girêdan, bi Siltan Selîm re hevalbendî kirin. Ew şerê giran û mezin ji holê radikirin. Sefewî tekçûn, serkevtin bu para Siltan Selîm. Kurdistan weke heremên azat girêdayî bi Osmaniya ve ma. Heta heyama peymana 17 manga Gülana 1639 a Qasre şêrîn ko di navbere Şahê 1. Ebbas û Siltanê Osmaniyan Murad’ê 4. da hat pejirandin.Di vê paymanê de Kurdistan bu du beş, beşek kete bin metîgerî ya Îranê û beşek ma dibin metîgerî ya Osmani yan de.
Di 10. Tebaxa 1920 peymana bi navê peymana Sewr’ê ko ew bajaraki Eswiçre’ye de çê bu, hinek mafên mirovatî û mafê dewlet avakirinê ji kurdan re hat naskirin lê mixabin ne gelekî bi şunde di Lozanê de di 24’ê manga Temmuz 1920 peymana Lozan’ê hate pejirandin, ew mafê ji kurdare di peymana Sewrê de ko hatibu naskirin betal bu û ji kurdistan’ê du beşên din hatin veqatandin Kurdistan êdî bu 4 beş, metînger jî buna çar dewletên metînger Miletê Kurd di nav dewlete Tirka, Îranê, Îraqê û Suriye de bu dehî.
Êdî ji vir pêşde çi ciriya? Kemalîstan bi lez û bez û bi hêz û hinera Kurda welatekî nû avakirin xwedê giravî ew welatê ko bête avakirin “dê welatê Tirk û Kurda bê û dê biratiya olî, hem welatî bi rengê demokrasî, mirovatî û dadwerî, ax, av û dîrok, hevparî, mafên wekhevî “ bête meşandin.
Lê mixabin, wexta ko kemalîst biserketin bi her awayî pişta xwedana Kurda. Mistefe Kemal li serokên Kurda û malbatên mezin, xwedî eşîr geriya bu hemî nas kiribun zîncîra dervekirinê ji wanre amadekir,ew nhemi bi darvekirin. Netewa Kurd bi qatlîam, talan û bi peneberî qirkir û têxiste bin bandora dewlet e nû (Kemalîzm)ê Kurd, ji dîroka xwe, zimanê xwe, ax, av,al, çand û hemû nerxên netewayî bê par man. Liser axa bav û kalên xwe buna biyanî di derbara van helwest û kiryarên bê dadî, yên Kemalîstan de, çekdarî û serhildanên Kurda dest pê kir her çiqas Kurd têk jî diçun lê dîsa di her têk çun û sêdarên mirinê de jî ji doza xwe dûr nediketin û bi mêrxasî ya xwe dijmin di hayirandin û di lerizandin. Şan û dengê serhidan û desthildanên netewe Kurd, doza xwe, ji dinyayê re eşkere di kirin, fikr û ramanên xwe, rehên koka tekoşerî heta îro anîn, ji bona nifşên îro xistin bermayî(mîras) Ji wê demê ve serhildan, tekoşerî û rêxistinên konevanî berdewamin.
Piştî ko hebûna kurd hat înkar kirin , qatlîam çêbun. Sad sala ko Kurd rastî qatlîam, penaberî, zindan û asîmîlasyon ê dibin. Lê diyare ko miletê Kurd, bi taybetî kohnavan û ronakbîrên wî, ji vê rewşê ra bê helwest, bê deng û bê xam dimînin, Gelo qet bîr nabin ko Kurd neteweke cûda ye?. Bona çî, ew dagirkeran ji xwere weke heval û dost dibînin, welatê wan ji xwere welat dibînın, zilm, zor û dagirkirina li ser welatên xwe rawa dibînin. Her sibeh zarokên Kurd yên 7-10 Salî “hebûna me ji hebûna Tirka re bi gorî be” (varlığım Türk varlığına armağan olsun) sondî dixwin ev keraseteke mezine li ser gelên Kurd. Mînekên wilo bi sosretî pir hene. Tiştên herî balkêş ewe ko hêj miletê Kurd di nava vê rewşa kerasetî de di dijîn û bê helwest dimînin ger ev nifş ên îro, li xwe xwedî dernakevin û na punijin, têt wê wetayê ko em tev gûnekarin. Eger em li dîroka xwe mêza bikin em dê bibînin bi çendî caran serhildan çêbune, di her serhildanan da serok û berpirsiyarên serhildanan hemî hatine bi darvekirin çi serhildanek ko têk çuyi ye di şuna wêde yek din çêbuye, heta îro hatiye domandin. Lê Kurd ne wastîya ne .
Mixabin 30 sale xwedê giravî ko li ser navê miletê Kurd çekdariyek didomê, bi 10 hazaran xort û keçên Kurd hatin kuştin, bi hazaran gûnd û bajar vala bun, peneberî ,zîndankirin û îşkence hatî kirin, çol, deşt û zozan,çiya û şikeftên Kurda hemî ketin destê dagirkeran û şikere bun di dawiya dawiyê de ev çekdar hetin xişpênê, dibêjin em dewletê, otonomî, federasyon ev çî tiştin naxwazin “dewleteke Kurd li ser tepsiyeke zêrîn jî bidine me em na wergirin” em di rêbaza M. Kemal da dimeşin, em bi giyanê Mahîr, Denîz û Çayan re bi rê ketina , em berdewamiya tekoşîna wan ne. Em dê xwelîseriya demoqratîk çêkin, ji Tirkiyê re demqrasiyê bînin, em dê Tirkiyê di heremêde bixin dewletek herî mezin û bi rûmet”(!)
gelî kohnevan,,nivîskar, ronekbîr û dilsozên doza mafê kurdistanê. Êm êdî bes APO, BDP, KCK, DTK, PJK, PYD û PCDK bînin qadê, bi rexnekirin û seba wana tu tiştek nayê bi dest xistin, Pêvîstî heye ko em li ser rastiyên xwe û rewşa welatê xwe tev bigerin, tebikoşin.
Lewre Kurd netewek cûdaye ji netewe Acem, erep û Tirk. Kurd jî xwedî mafê mîrovatî û xwezayî ne. ev mafê wî bi afirandina wî re jêre hatiye pîrozkirin, divê pozê her Kudekî bi şewitê, ka bo çî ew ji hemû mafên xwe ê neteweyî, rewa bê pare. Pêvîste vê bê rumetiyê ne pejirîne, li mafê xwe xwedî derkeve. Ji bo pêk anîna van hawîl bide, têbikoşe, di alema dinyayê de bi riya mafê navneteweyî, bê tûndî, bi kohnevanî, doza dewlet buyinê bike. dewlet bûyin li ser axa xwe hêjayi a rûmetêye.
Kurd axa kesî dagir nakin, ew herîşa zilmê û zorê nabin ser heyin û mafê hinekê din. Bes ew doza mafê xwe ê neteweyî dikin ev jî dibê sedema serbilindahî û rûmetê. Helwesta bi vî rengî hem mêrxasiyê dide meriva û hem jî meriv dê bê tirs û bê şerm û bi dadwerî tekoşîna xwe bidê. Lewra armanc bes doza mafên rewa ye. Lê mixabin em Kurd ji bona berjevendiyên hin kesên din, govend û cergebazî yê dikin ev şermekê mezine ji bo me.
Xwendevan ji min re di karin bibêjin, “da ka em dê çibikin? “Dewleta Tirka li me ahda dixwêne, hêza çekdar gafa lime dikê, kî deng derbixê tête revandin an jî tête kuştin, ji bilî wana her rêxistin sîxuriye û dijmin têt hesibandin em di nav du dewleten de (yek fermî, yek bilî fermî)”ne. Dive ko wilo bibêjin, lê çawa xwediyên çeka, xwediyên gafa, karê xwe dikin.
Em jî dê ji mlietê xwere xizmetên rêxistinî bikin, mafên wan biparêzin, , wana bi rêxistinî bikin û rastiyan bibêjin , zana bikin ji bona ew li maf û doza xwe xwedî derkevin deng û rengê xwe ji dinya’ derve re bidin zanîn, lobiyên xwe çebikin.dostên dozê pir bikin. Wê demê dê gafdêr û kûjêr marjînalîze bibin, dê dewlet tawanbar bibe. Miletê Kurd jî wekî her mîletê li dinê xwedî mafa, pêdivî heye ko ew jî li mafên xwe xwedî derkeve , liser axa xwe bibe xwediyê dewleta xwe,.
Em kesên welat parêz, xwediyê dozê!.,me Pêdivî bi rêxistineke bi ahd û bi biryar, mîsyon heye. Pêvîste bangek bête kirin. Di demek destnîşan kirî de qonferansek bête çêkirin, ji bona karekî binerx û hêja ji welatê xwere kirin. Ger ev kar bi pêk neyê, li bakur jixwe kurd, hem bi fizîkî, hem bi çandî asîmîle û entegre bûine. Lê metirsî ewe ko êdî mêjiyê netewî (ulusal bîlînç) dê bête asîmîle kirin û dê nesîlek hûnda bibê.Wê demê çi tiştekî ko tikes bikê wê nemînê û wesselam.
Eger, Berpirsiyar, ronekbîr û tekekes ên ko di doza gelê Kurd de xwe hîşyar û dilsoz dibînin divê di banga ko bêtekirin de. Kurdistan a me hemûya ye yek ji me, ji yêdin ne kêmtir û ne zêdetir Kurde. Em tev digel hev,ne bi îdeolojîk, ne bi grubî û ne jî bi rêya kevne şopîtî a kom û gurub ên dema şerê sar, bi rengekî nû, nûjen bi fedakarî, dilsozî weke xwediyê dozê em hemû bihev bi şêwirin û bi hevre biryar bidin. Partiyeke bi navê Kurdistanê, li ser bingeh û xeta ramanên netewe Kurdistanê. Li ser prensîbên eşkere bê tûndî tî, demoqratîk,li gorî şert û mercên dinya nû, liser misyona kurd,li ser axa xwe ko doza mafê dewlet buyina kurdisanê daxwaz bikê ava bikin.
Bi rêxistinek û helwestek wusa rewa, bê tûndî û demoqratîk xebatek bête meşandin dê dewlet têkeve rewşeke qirîzê.
Her çiqas bi derengî ketibe jî lê dîsa kohnevan ronekbîr û hemû pêşkêşên Kurd dikarin ji îro pêşde ji doza netewe Kurd re dil milê xwe bidin hevudû dest bi xebatê bikin. bizavek (Partiyek)ê lidar bixin. Ji bona dewlete xwe ,li ser xaka xwe ava bikin rewş, şart û mercên vê demê gelek hêsanin, derfetên dîrokî ji bona xebatak Kurdistanî derketiye holê. Dinya derve, dewletên cîran û heta dewletên dagirker jî ne weke 50 sal berê bi tundîne. Mafê netewe Kurd buye dozeke navneteweyî. Ew gelên xwedi 40 hazar nifus niha xwedî dewletin. Lê Kurd xwedi 50 hazar hazar (50 milyon) nifusin hêj ne dewletin ma qay ne şerme Hay hawara xwedê!..
Carînan ez di pûnij im bo çî kurd hev qas sal li ber xwedi dê Lê her têk diçê sedem sebeb çine? Belê!. Her xeletiyek, şaşiyek heye lê ev şaşî û xeletî çine , kîne li kîderin ez tê negihiştim, fêrnebum. Lê borîna xwe dixwazim. Ez ji xwere weke mafeki dibînim ko hinek pirsan ji konavan û kurd perweran bikim.
Pêvîste her Kurdekî xwedanê dozê li ser van xalan pirr bi pûnijê, bersiva wan bibîne Min; pirsên xwe dibin xala GELO’de rist kir!.
GELO SEDEM EVIN?
a-Kurd; jiyaneke qolektîf na habînin zêde tekekesî ne ?
b-Kurd; Di hestên netewî de zaîfin?
C-Kurd; Tirsonekin,li mafên xwe wedî dernakevin?
d-Kurd; Safin,nezanin, tetin xepandin?
e-Kurd; Di derbara hev û dûde bê te’amûl in?
f- Kurd; di siyaset û rêxistinî de nezan û bê helwestin?
g- Kurd; ne xwedî dîrok,çand, xak û gelin?
Kurd çi tiştên ji dijmina fêr dibin weke pîrozbahayi werdigirin û dev jê bernadin,lê xwedî derdikevin?
h- Hemî Serokên serhildan û bizavên,Kurda biser neketin, ew yan radestî dijmina bun yan jî hatin kûştin?
04.11.2012
M.Emin Kardaş