Îranê Behruz Kobadî desteser kir

Birayê Bahman Ghobadî, Behruz Ghobadî di 4 mijdarê de ji aliyê îstîxbarata Îrana faşîst ve hatiye girtin/revandin û hê jî aşkere nekirine ku di destê wan de ye.

Bahman Ghobadî dibêje ku birayê wî ne kesekeî sîyasî ye û tu xebata wî jî çênebûye.

Alîyê din ve li gor birêvebirên Kampanyaya Navneteweyî ya Mafê Mirovan ku li Îranê ji bo mijarên wiha hatiye destpêkirin, dibêjin, dewleta Îranê malbatên kesên li derveyê Îranê xebatên sîyasî û li hermberê Îranê dimeşînin digre bin çavan ku zextê li ser wan xebatkarên sîyasî bike û dibe ku girtina birayê Bahman Ghobadî jî wiha be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: