Serokê Partiya Demokrata Kurdistana suriye Siud Melê peyamek sersaxiyê ji bo Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm belav kir. Kinyaz Îbrahim bi nexweşoya Koronayê koça dawî kirîbû.
PEYAM:
Bo Civaka Kurdên Sovyeta berê û Civaka Kurdên Qazaxistanê û malbata Prof. Kinyaz Îbrahim Mirzoyev
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya xwedê jê razî Serokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, niştîmanperwerê xudan şan, Prof. Kinyaz Mirzoyev bihîst, bêguman koça wî ziyaneke mezin e ji tevaya gelê kurd re.
Em behîdariya we û malbat û tevaya hevalên wî dikin. Bila serê we sax be, cihê wî buhişta berîn be.
Em beşdarê xema we ne.
Siûd Mela
Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriya
Qamişlo 08. 08. 2021