PolîtîkRojev

HSD di derbarê bûyerê de tu lêkolînekî nake!

HSDê gotiye mirovên Emin îsa , ew di derbarê kuştina Îsa de tu lşkolînekî nakin.

Emîn Îsa Emîn ku dayîkbûyê sala 1986ê yê gundê Bêrîkî ya ser bi Dirbesî ya Rojavayê Kurdistanê û roja 27.06.2021ê li girtîgeha PYDê ya li Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Beşar Emîn ku heman demê de mamê Emîn Îsa ye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Fermandariya HSDê nameyekî destnivîsî bo me şandiye û tê de gotine derbarê bûyera jiyana xwe ji dest dana Emîn Îsa de em ti lêkolînê nakin, lê derbarê vê bûyerê de fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bixwe dê pêdeçûnê bike.’’

Herwaha got: ‘’Di nameyê de ti tiştekî nû têde tine. Tenê daxwaz ji me kirine em biçin û derbarê bûyerê de guftûgoyê bikin.’’

Mamê ciwanê kurd ê hatiye kuştin behsa daxwaziyên xwe kirin û got:

-Divê PYD li xwe mukirbê ku îşkence li Emîn Îsa kirine heta mirina wî

– Divê PYD daxwaza lêborînê ji raya giştî û malbata Emîn Îsa bike

– Divê tewanbar jî bi aşkerayî bê dadgeh kirin.

Rêveberê ENKSê got, rêveberiya ENKS derbarê bûyerê de dê dûvçûnên xwe berdewam bike û ji ber ew dosya naha bûye dosyayekî raya giştî.

Back to top button