Civak

PDKÎ êrîşa ser Sohrab Rehmetî şermezar kir

Rejîma Îranê gelek caran li Başûrê Kurdistanê li hember endam û kadirên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê PDKÎ komplo û êrîş kirine û ew kujtine. Rejîma Îranê ji komploya A. Qasemlo û vir ve bi bêbextî êrîşî kadirên PDKÎ dike û hewl dide ku wan ji holê rake. Hêzên rejîma Îranê herî dawî li Hewlêrê êrîşî parêzer û endamê PDKÎ Sohrab Rehmetî kirin û ew bi giranî brîndar kirin. PDKÎ di vê derbarê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

Bo raya giştî !

Bo agahdariyê em radigihînin ku serê êvara roja Pêncşema 16ê Ciriya Paşîn a 2023an Sohrab Rehmetî, endam û xebatkarê PDKÎ, herwisa parêzer û endamê sendîkaya Parêzerên Kurdistanê û akinciyê bajarê Hewlêrê, li ber deriyê “Hana Sitî” kete ber destrêja gulleyan û bi giranî birîndar bû.

Sohrab Rehmetî kadirê berê yê Hizba Demokrat bû ku parêzerê çend perwendên wek teror û teqîna şeva Yeldayê li ber derê Deftera Siyasiya Hizbê sala 2026, perwenda terora şehîd Qadir Qadirî li 2008, û perwenda mûşekbarana binke û baregehên Hizba Demokrat li 2018 an bû û gelek caran bi berdewamî ketibû ber gefên navendên ewlehiya rejîma Komara Îslamî û gefa kuştinê jê dihate kirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî mehkûmkirina wê kiryara terorîsti ya Komara Îslamî, radigihîne ku destê rejîma Komara Îslamê li pişt êrîşa terorîstî ya li ser Sohrab Rehmetî heye.

Me çavnihêrî ji navendên ewlehî û dezgeha dadweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku vê bûyerê ji bona zelaliyê bişopîne, encamderên wê cinayetê peyda bike û digel aşkerakirina wê cinayetê, sûcdarên serekî yên wê siza bide.

Back to top button