Civak

Li Bakurê Kurdistanê çiyayên bilind bi berfê xemilîn

Li bakurê Kurdistanê li hinek bajaran berf barî. Barina berfê li Qersê dest pê kir.

Berfa ku duh dest pê kirî , deverên bilind sipî kir û bû sedema hinek rêyên sereke jî hatin girtin.

Piştî barîna berfê tîmên pakijkirina berfê  li ser rêya Qers-Îdirê xebatên paqijkirina berfê destpêkirin.

Berfa ku duh li Erdexanê bi bandor bû îro jî berê xwe da hewaya sar.

Li bajarê ku germahiya hewayê daketibû 5 pile di bin sifirê de nebat bi sermayê hatin girtin û camên wesayîtan jî cemed girtin.

Girên bi berfê yên li derdora bajarê ku cemed lê çêbû, bandora hewaya sar jî zêde kir.

Back to top button