Civak

3 kolberên Kurd ji ber êrîşa hêzên Îranê brîndar bûn

Sê kolberên Kurd yên bi navên Hemîdriza Hafizî, Selah Kerîmî, Diyako Remezanî, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê brîndar bûn.

Kolberên ku ji bajarên cuya yên Rojhilatê Kurdistanê ne raserî êrîşa hêzên rejîma Îranê hatin û li sînorê Hengejale ya Banê brîndar bûn.

Hemîdriza Hafizî, 18 salî û xelkê Seqizê, Selah Kerîmî temen 30 salî û xelkê Sinê û Diyako Remezanî, temen 25 salî û xelkê Seqizê, ketin ber êrîşa hêzên rejîma Îranê û brîndar bûn.

Bi taybet Diyako Remezanî bi giranî birîndar bûye û hat ragihandin ku rewşa wî xirab e.

Back to top button