Polîtîk

PDK û YNK li gel Goran civiyan

Di çarçoweya civînên xwe yên bi aliyên opozisyonê re, îro heyeta hevbeş ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê YNKê Dr. Berhem Salih bi Serokê tevgera Goranê Newşîrvan Mistefa re civiyan.

Di civîneke dostane û erênî de behsa rewş û prosesa siyasî ya Kurdistanê hate kirin û rewşa deverê bi giştî û ya Îraqê jî bi taybetî hate nirxandin û her du alî li ser zîz bûna rewşa heyî hemfikirbûn. Liyan dan xuyakirin ku,Kurdistan niha zêdetir ji her demî pêdeviya xwe bi vê yekê heye ku, li ser mesele û kêşeyên netewî xwedan yek helwest be û bi awayekî yekdeng û yekrêz bi metirsiyên heyî re rûbirû bibe.

Her di vê civînê de behsa girîngiya parastina berejwendiyên kurdan hate kirin û hate gotin ku, parastina berejwendiyên niha û yên pêşeroja kurdan pêdeviya xwe bi yekdengî û yekhelwestiya tevahiya partî û aliyên siyasî heye.

Di derbarê çareser kirina kêşeyên heyî yên di nava Kurdistanê de jî her du alî pêk hatin daku, mekanîzmeke hevbeş bo çareser kirina wan kêşeyên han dabimezrînên.

Piştî civînê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekî de diyar kir ku, piştî damezrandina mekanîzma pêwîst, vê emê weke aliyên desthilat û opozisyonê bihevre kom bibin û berejwendiyên Gel çî li ser me feriz bikin vê emê wan cîhbicîh bikin.

Back to top button