Kultur

Şivan Perwer top avêt

Şivan Perwer top avêt (îflas kir)

 

Nivîskar: Alan Şêxê

 

Mirov gelekî bi hêvî ye ku Şivan bibîne, bi wî re bipeyive, li ser xizmeta wî ji hunera kurdî re spasiya wî bike û wêneyeke xwe bi wî re bigre.

Ji gelek aliyan ve nişan hene ku hunermendê kurd yê li seranserî  Kurdistanê bi nav û bang e, di qeyraneke aborî ya herî xerab re derbaz dibe.

Roja 19-01-2013 Şivan Perwer hate Swêdê li ser vexwendina Hizbî Demokratî Kurdistanî Êran jibo 67 emîn salvegera Komara Kurdistan. Li ser vê şevê Şivan Perwer 61 hezar kronên swêdî wergirt( nêzikî deh hezar dolar) !!!! kî bibêje pirr e yen hindik e, Şivan dibêje: bira bira ye, lê bazar cuda ye!!!

Rast e Şivan êdî pîr bûye û nema dikare weke berê bistirê, lê di derheqê vê de jî Şivan dibêje: Malê me ev e!! ku hûn na ecibînin, careke din min dawe nekin!!! Ewjî heqê wî ye.

Piştî ku Şivan stranên xwe bi dawî kirin û çû odeya hunermendan, bi dehan dilxwazên wî li ber derî sire girtin û dixwestin Şivan ji nêzîk ve bibînin û wêneyekê bi wî re bigrin.

Şivan Perwer zêrevanek xwe li ber derî danîbû û ne dihişt kesek derbaz bibe berî ku CD ya Şivan bikire…… CD bikirî, tê derbaz bî, CD nakirî derbas nabî…..!!!! o qeder besît dir

Ciwanekî kurd (13-14) salî sere xwe hişk kir – KURD E- û got: ez CD nakirim, ji ber ku ev CD li bal min heye, û kî bixwaze yan nexwaze, ez ê her derbaz bibim û ez wêneya xwe bi Şivan re nagirim.

Min ji wî ciwanî re got: hele bêna xwe fere bike….. baş e eger tu naxwazî wêneya xwe bi Şivan re bigirî, lê tu dê jibo çi biçî ba wî?

Ewê ciwan hinde bêna wî teng bûbû û sor bûbû digot: Ez dixwazim bigihêjim Şivan û ji wî re bêjim; Ez naxwazim wêneya xwe bi te re bigirim, ez naxwazim CD ya te bikirim, Ez naxwazim silavê li te bikim, û fermo ji te re 100 kiron bêy CD. Kak Şivan qet kesekî berî te wisa nekiriye, lê mumkin e bi vî awayî tu derbazî pirtûka Guinness bibî ya …….. hunermendê kurd.

Bibhure kak Şivan tiştek hate bîra min; nivîskarê Fransî Patric Sill pirtûkek li ser serokê Sûrya yê berê Hafiz El Assad nivîsîbû, lê qet kesî ew pirtûk ne dikirî, gava ku hemwelatî diçûne daîreyên dweltê jibo tiştekî, mamûran xelk mecbûrî kirîna wê pirtûkê dikirin. 

 

Back to top button