PDK û YNK: Hêj me û ti aliyekî Iraqê rêkeftin nekiriye

Piştî civîna şanda bilind a PDK û YNKê, herdu aliyan bi kongreyeke rojnamevaniyê naveroka civîna xwe ragihandin û eşkere kirin ku roja Înê dê bi şandeke hevbeş herin Bexdayê.Li Hewlêrê şanda bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şanda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, civiyan.Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ku ev civîn berdewma civînên berê bû, ku herdu aliyan li ser helwesta xwe ya pêvajoya siyasî ya Iraqê pêk anîbûn.Mihemed da xuyakirin, ku PDK û YNK hewl didin hemû aliyên Kurdistanî bi yekrêzî herin Bexdayê û deriyê wan ji bo gotûbêjkirina projeya hevbeş a PDK û YNKê, ji hemû aliyan re vekiriye.Mehmûd Mihemed got: “Di vê serdema hestiyar de çi qas zû hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin dê ewqasî baş be. Em dixwazin hemû aliyên Kurdistanî bi bernameyeke giştî û hevbeş û bi yekrêzî herin Bexdayê. Ji ber ku berjwendiya gelê Kurdistanê di vir de ye.”Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, ku di civînê de li ser çand xalên cuda sekinîne. Pîre da zanîn, ku biryar dana şanda hevbeş a herdu aliyan roja Înê here Bexdayê.Seidî Ehmed Pîre anî ziman ku heta niha jî wek PDK û YNKê wan li gel ti aliyeke iraqî ji bo pêkanîna hevpeymaniyê rêkeftinek nekiriye û agahiyên di vê derbarê de tên belavkirin jî nerast in.Berdevkê YNKê destnîşan kir, ku YNK li ser yekrêziya navmala Kurd li gel partî û aliyên din ên Kurdî dest bi danûstandinan kiriye û got: “Ew jî dikarin werin nêrîna xwe li ser projeya me bêjin, tevlî bibin.”Pîre eşkere kir, ku di civînê de rewşa Kerkûkê jî hatiye nirxandin û got: “Pêwîste desteya asayîkirina rewşa Kerkûkê dest bi karên xwe bike û pirsgirêkên wê parêzgehê çareser bikin.” 

Nerîna min :