Cîhan

Merkel destê Erdogan digre

Rojnama Amerikî Wall Street Journal idia dike ku, dê Almanya di pêvajoya kriza darayî de arikariya Tirkiye bike. Li gora rojname ji hinek çavkaniyên di nava hukumeta Almani de dide diyarkirin, Hukumeta Almani bawere ku kriza Tirkiye dikare bandora xwe li hemû herêmê bike bê istiqrariyek mezin li herêmê peyda bibe. Ji bo vê yekê jî Almanya dixwaze arikariya Tirkiye bike.Almanya niha rêya ku arikariye Tirkiye bike gotubêj dike.Ji aliyek din miletê Almanya naxwaze hukumeta wan alikariya Tirkiye bike, di lêpirsênekê de %72 ji xelkê dane xûyakirin ku, ew naxwazin hukumeta wan arikariya Tirkiye bike.Ji aliyek din eve demeke pêwendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa gelekî xirabin, heta hate radeyekî ku YE berendametiya Tirkiye bi awayekî cemidant. Lê niha Tirkiye taybetî piştî kriza li gel Amerikayê cardin hewldide ku pêwendiyên xwe li gel YE baş bike.

Back to top button