Amerika tevlî civîna Cenevê dibe

Li gora nûçeya ajansa Reuterê Amerika tevlî civînên Cenev dibe.Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, welatê wî dê beşdariyê danûstandên derbarê kirîza Sûriyê de li Cenevê bike. Amerîka vexwendina nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet yê Sûriyê Staffan De Mistura qebul kir û dê beşdariyê di danûstandinan de, li Cenev bike.  Civîna Cenev ji  bo çareseriya pirsgirêka Suriye û herweha ji  bo  amadekirina desturek nû ya Suriye 14ê Îlonê li Cenevê dicive.Di vê civînê de welatên wek Amerîka, Brîtanya, Siûdiyê, Almanya, Urdin, Fransa û Misir amade bibin. Herweha De Mistura welatên wek Rusya, Îran û Tirkiye jî jib o heman civînê vexwandiye. Lê heja ne diyare ku, ka dê ev welat beşdariyê bikin yan na. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: