Serdana şandeke Amerîkayê ya ji bo paytexta Sûriyê Şamê û hevdîtinên wan ên li gel berpirsên hikûmeta wî welatî aşkera bû.Îro 29.08.2018ê çavkaniyek li eniya piştevaniya li rejîma Sûriyê ji ajansa Reutersê re ragehandiye ku serdana şandeya Amerîkayê di meha 6ê ya 2018ê de pêkhatiye.Heman çavkaniyê ragehand, şandeya Amerîkayê li Şamê li gel serokê ofîsa asayîşa niştimanî ya Sûriyê Elî Memluk re civiya ye.Li gor Reutersê belav kir, di hevdîtinê de şandeyên her du welatan gotûbêja çawanî û rêkarên çûna derve ya hêzên Amerîkayê ji axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê guftûgo kirine.Dervey derketina hêzên Amerîkayê, di civînê de şandeya Amerîkî û rejîma Sûriyê behsa dosyaya bombebaran kîmyayî kirine, ku rejîma Sûriyê li ser hemwelatiyan dike. Herwaha dosyaya şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û çarenivîsa rojnamevanê Amerîkî yê ji sala 2012ê ve hatiye revandin jî hatiye gotûbêj kirin.Herwaha rojnameya El Exbar a Lûbnanê aşkera kir, şandeya Amerîkayê ji çend efserek ewlehiyê û saziya îstîxbarata Amerîka CIA yê pêkhatibû û bi balefirek Îmaratê ya taybet ve şev geheştibûn balefirgehan navnetewî ya Şamê.
Herman Xalîd/Bas