Polîtîk

Me divê hemû aliyên Kurdistanî li Bexdayê bi hevrebin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçrîvan Barzanî ragihand, hilbijartinên Kurdistanê dê di wextê de bên kirin û heta niha ti partiyekê jî bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye.Îro şandeka PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn re civiya.Piştî hevdîtin, Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Behadîn derketin pêşberî rojnamevanan. Di bersiva vê pirsê de ku gelo YNK û PDK li ser paşxistina hilbijartinên Kurdistanê li hev kirine? Nêçîrvan Barzanî got, tiştekî wisa nîne û YNK û PDK li ser wê mijarê ti rêkeftinek nekirine.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman, heta niha ti partiyekê bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye û got, ji ber wê jî hilbijartin dê di wextê de bên kirin, jixwe ti behaneyek jî nîne bên paşxistin.Li ser çûyîna Bexdayê jî Nêçîrvan Barzanî got, şandeke hevbeş ya PDK û YNKê dê biçin Bexdayê lê em hez dikin partiyên din ên Kurdistanî jî ligel me bên Bexdayê, lê eger neyên jî bila helwesta me hemiyan yek be.Şanda YNK û PDKê dê ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê biçin Bexdayê.Ji aliyê xwe ve, Serokê Yekgirtû got ku ew dixwazin helwesta hemû aliyên Kurdistanî yek be û hevpeymaniya aliyên siyasî yên Kurdistanê negirîng e bi qasî ku yekîtiya helwesta wan girîng e.Selahedîn Behadîn jî li ser mijara hilbijartinan got, eger hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaza paşxistina hilbijartinan bikin wê çaxê emê daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê bikin ku hilbijartinan paş bixe, lê hêj biryar nehatiye stendin ku bên paşxistin û heta niha biryar e roja 30ê meha 9an bên kirin. 

Back to top button