Polîtîk

Naveroka peywendiya telefonî ya Serok Barzanî û wezîrê derve yê Amerîkayê

Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîkayê, êvariya roja çarşemê 29.08.2018ê, bo telefonê têkelî bi Serok Mesûd Barzanî re deyna û di wê peywendiya telefonî de her du aliyan çend pirs û mijarên giring û aktuel di rojeva herêmî, Îraq û Başûrê Kurdistanê de gotûbêj kirin.Di peywendiya telefonî de zêdetir rewşa Îraqê hat nirxandin û wezîrê derve yê Amerîkayê rola Serok Barzanî di pirorsesa siyasiya Îraqê de, bi taybetî piştî hilbijartina parlamentoya Îraqê, bilind nirxand û di vê çarçoveyê de, rola Serok Barzanî bi roleke giring wesif kir.Serok Barzanî û wezîrê derve yê Amerîkayê behsa pêşhatên dawiyê û diyaloga navbera aliyên siydiayên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê kir û tekîd li ser wê yekê kirin ku giringe di demek nêzîk de hikûmeta nû ya Îraqê bê avakirin.Serok Barzanî û Mike Pompeo tekîd li ser berdewamiya bi hev du re şêwirîn û berdewamiya têkeliyên navebera Kurdistan û Amerîkayê kir.

Back to top button