PDK û YNK ji bo biryara dawî dicivin

Di nava PDK û YNKê de amadekarî ji bo hevdîtineke çarenûsî tê kirin. Li gorî zanyariyan, di rojên bê de her du alî dê li ser asteke bilind werin cem hev.
Di vê hevdîtina giring de, dê sê mijarên sereke li ser maseyê bin:
1- Berbijêrê Serokkomariyê: Hewldana ji bo gihîştina rêkeftinekê li ser “berbijêrê hevbeş” ê Kurdan ji bo posta Serokkomarê Iraqê.
2- Hikûmeta Nû ya Herêmê: Gotûbêjkirina gavan û dabeşkirina postan ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3- Rewşa Bexdayê: Nirxandina pêwendiyên her du aliyan bi hikûmeta federal a Iraqê re û hevahengiya di navbera fraksiyonên Kurdî de li Bexdayê.
Her çend heya niha demeke diyarkirî û fermî ji bo destpêkirina civînê nehatibe diyarkirin, lê jêderên agahdar didin zanîn ku ev hevdîtin dê di dawiya vê heftiyê de, yan jî di destpêka heftiya bê de were kirin.


