Polîtîk

PDK-S piştevaniya prosesa netewî ya Kurdî li her çar beşên Kurdistanê dike

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi minasebetadamezirandina 60 saliya xwe daxûyaniyek belav kir. Didaxûyaniya Polîtburoya PDK-Sê de dibêje: “Ji destpêka damezrandina Partî li ser destê ronakbîrên Kurd wek Dr. Nûredîn Zaza û xebatkarên din ve cemawerê Kurd li Kurdistana Sûriyê li dorê kom bû û di hemû qonaxên xebatê de jê re bû piştevanî. Partî jî roleke wê ya girîng bo gurkirina hestê netewî ji cemawerê Kurd re hebû. Herwiha rola xebata niştimanî û netewî bi hev re girt, wek dozeke niştimanî di Sûriyê de û girîngî da pêwendiyên ligel hêzên Kurdistanî û taybet ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ku pê re ji kaniya rêbaza Barzaniyê nemir vedixwe, bo berdewamiya xebat, qurbanîdan û dilsoziyê.”PDK-S dibêje ku, “Partî her berdewam e bo piştevaniya proseya netewî ya Kurdî li her çar perçên Kurdistanê. Herwiha piştgîriya biryara encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê dike, ya bi destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî hatiye.”Polîtburoya PDK-S di beşeke din a daxuyanya xwe de ragihand, “Xebata PDK-Sê her bo yekrêziya navmala Kurdî bûye. Îro û di riya Encûmena Niştimanî ya Kurdî re û ligel destebijêrên rewşenbîrî û civakî û hemû çînên gel bûye nûnerê gelê Kurd û nûnerê vîna wê ya siyasî di hevdîtin û civînên navdewletî de.”Di berdewamiya daxuyaniya PDK-S de tê gotin ku;“Piştî derbasbûna krîza Sûriyê ji sala xwe ya heftemîn re, em dibînin ku çareseriya siyasî baştirîn care ye bo Sûriyê û lêvegera Cenevê û biryarên navdewletî bo cibicîkirina daxwazên gel derbarê dariştina destûreke tewafiqî û parastina mafê hemû pêkhateyên netewî û olî de.”Polîtburoya PDK-S diyar kir, “Doza Kurdî xwe bi hêz xistiye rojeva siyasî ya Sûrî, navçê û navdewletî, ku em pêwîst dibînin û li gor belge û yasayên navdewletî dan bi hebûna gelê Kurd li Sûriyê were dan, çareseriyeke demokratîk û dadwer ji doza wê ya netewî re hebe, Zimanê Kurdî li deverên Kurdî bi zimanek fermî be, hemû proje û yasayên şovînizm yên li ser gelê Kurd hatine sepandin werin rakirin.”Di beşeke din de PDK-Sê amaje bi siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kiriye û gotiye: “kiryarên teroristî yên çekdarên PYDê ji girtin û şewitandina nivîsgehên partiya me û yên ENKSê, girtin kadro û serkirdeyan, sepandina bacan li welatiyan, revandina xortan bo leşkeriya bi darê zorê, destêwerdana di rêbazên xwendinê de, koçkirina Kurdan û ferzkirina bi zora çekê, qedexekirina kar û jiyana siyasî û astengkirina jiyana welatiyan, piştî têkçûna wê û rêveberiya wê ye, bo wergirtina rewatiya gel û raya navdewletî ye.”Di dawiyê de Polîtburoya PDK-Sê de hatiye: “Xebata me ya 60 salan bo bidestxistina mafê gel û hebûna wê ya dîrokî berdewam e. Helwestên me yên netewî û niştimanî û hilgirtina me ji projeya netewî ya Kurdî, giyana rikberiyê di me de xort dike û agirê xebatê di me de pêxistî dihêle. Her serkeftin hevalê gelên xebatkar e li dijî dîktatoriyê.” 
Back to top button