CîhanPolîtîk

Girtiyên ENKSê berdin

 Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) girtina çalekvan û kesayetên siyasî ji aliyê çekdarên PYDê ve şermezar  kir û daxwaz ji wan kir ku di zûtrîn dem de wan kesan serbest berde, ku bêyî ti tuhmetek arasteyî wan bibe, girtî ne.Amnesty International di raporta xwe ya (Hejmara Belgeyê: MDE 24/6381/2017) ku di 13 Hizêranê de belav kiriye dibêje, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser a ku PYD serkêşiya wê dike, çalakvanên Kurd ên opozîsyonê binçav kirine.Amnesty International di daxuyaniya xwe de navê endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir û Emîn Husam û navê endamê Polîtburoya PDK-S Beşar Emîn aniye ku hersê serkirde û ji meha borî ve hatine girtin  û di zîndana Elaya ya Qamişlo de di bin şert û mercên xirab de girtî ne.Ev yek di demekê de tê, ku roja 4 Hizêranê, Emîndariya Giştî ya ENKSê û hejmarek ji serkirde û cemawerên ENKSê li pêş nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Qamişlo mangirtinek bi armanca serbestberdana girtiyên di zindanên Rêveberiya Xweser de bi rê ve biribû.Tê zanîn ku ji bilî ew navên ku di raporta Emnestyê de hatine, endamê Komîta Navendî ya PDK-S Nafê Ebdulah û endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.
Back to top button