Cîhan

Talebanî: Ji bo qonaxa piştî DAÎŞê divê pilanek hebe

 

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya seredana xwe ya bo Belçîkayê,li Biruksilê, çend civîn bi berpirsên Yekêtiya Ewropayê  (YE) re encam dan.Di civîna digel Komîteya Hevahengî û Geşepêdana Rojhilata Navîn, cîgirê serokwezîr tekîd li wê yekê kir ku divê welatên endam di YE de zêdetir hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê, di warê leşkerî û însanî de dikin, bi taybetî di vê qonaxê de ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan li Herma Kurdistanê hene.Talebanî ji berpirsê YE re behsa cenga dijî terorê û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê û serkeftinên pêşmerge bi ser terorîstan de bidest xistine kir û got ku, pêşmerge dê li dijî terorîstên DAÎŞ bicenge heta hemû deveran azad bike û çekdarên wê rêxistine terrorist li nav axa Îraqê nemînin.

Cîgirê serowkezîrê Kurdistanê got ku divê pilaneke saxlem ji bo qonaxa piştî DAÎŞê hebe, di warê leşkerî de ew grûpa terrorist ber bi jinavçûnê diçe, lê di warê siyasî û civakî de divê pilanke hebe ku şûnwarên terorîstan li deverên azadkirî nemînin û ew sedemên bûne  hokarê çêbûna wê rêxistina terrorist, bên çareser kirin û ew sedem ji hole bên rakirin.Qubad Talebanî got ku cografiyaya Kurdistanê  û çar dewrên wê bi berdwamî di nava pirsgirêkên siyasî de ye, Herêma Kurdistanê jî li pêş werçerxaneke dîrokî de ye û divê hemû aliyên siyasî gelek bi hestiyarî miamelê digel vê rewşê bikin daku ew guhertinên rû didin di berjewendiya miletê kurd de bin.Perpirsê Komîteya Hevahengî û Geşepêdana Rojhilata Navîn li Yekêtiya Ewropayê, sipasiya hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê kir ku li şûna hemû welatên cîhanê li dijî terorîstan dicengin û hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hewandine. YE têkeliyên bi herêma Kurdistanê re bi girngî dizane û di hemû waran de dê hevkariya wê bike.Di civîna digel cîgirê berpirsê Fermangeha Derve ya Yekêtiya Ewropayê de, Talebanî tekîd li ser berfirehkirin û xuertkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û YE kir  û got ku çaksaziyên herêma Kurdistanê bi tenê ne ji bona çareserkirina kirîza darayî ye, lê ew ji bona avkirina hukimdariyeke dirust e ku careke din dema rastî rewşeke nexwestek dibe şok nebe.Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, di berdewamiya serdananxwe ya bo Biruksilê, serdana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Yekêtiya Ewropayê û balyozxaneya Îraqê kir.

Back to top button